Books

Şerefname

Azad Yayınevi, çevirisini Ziya Avcı'nın yaptığı bu kitabın Kürtçe'sini 2014 yılında yeniden basmıştır. Ayrıca kitabın sesli olarak okunduğu DVD'ler de hazırlamıştır. Okunması 21 saati geçen bu sesli kitap 3 DVD'den oluşmaktadır.Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemû bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im.... ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekerîstana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên 'Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine, binivîsim û navê wê deynim: Şerefname. Hemû armanc û daxwaza min jî ev e ku, xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe. (Tanıtım Bülteninden)Baskı Yılı:2014Dili:TürkçeYayınevi:Azad

Add to my reading list

Create a reading list

Review

Şerefname

Your rating
— / 5

Book details

Publisher
Azad
Publication year
2014
ISBN
9786056404177
Language
Turkish
Author
Ziya Avci

Reviews

Views
0
Likes
0
Ratings
0
Reviews
0
Average rating
—

Editions

Report a catalogue error