Kitaplar

Şeva Dizen Solstise

Gundekî ku qet lê nabe şeveq û gava dibe şeveq qet lê nabe êvar; galgalên li ser çîroka çîrokeke ku qet neqewimiye; Benjamin Franklin, Thomas Edison, Don Quijote û Sancho Panzayê ku rêya wan bi gundekî Kurdistanê dikeve û aqûbeta wan li ber gopalê deradetî yê Pîra Fatim ji nû ve saz dibe; flanorekî ku her di takecîhana xwe de çerx dibe û bi semt û hemd tim dikeve seyra nîşaneyên derdora xwe; bîrhatinên “zarokekî” hezar û bîst û yek salî yê li ber çoka Pîra xwe derheqê miriyan û binaxkirinê de; nivîskarekî li pey lehengê xwe yê ku bi salan ji bankamatîkekê dide dû yeke din û tim li pereyên hûr digere; nehwirandinên ji ber saw û sawêrekê mayî; mêşên ku dawî li desthilata famîlyaya xwe tînin û ew jî bi wan re dicehimin?... Desteyek çîrokên ku zorê didin aşop û vegêranê ji dengekî nû yê edebiyata me, Bilal Nergizli. Şeva Dizên Solstîsê, bi rengîniya xwe şahiyeke edebî li dar dixe û bi silavên navmetnî mazûvaniyê li mêvanên xwe yên curbicur dike. (Tanıtım Bülteninden)

Okuma listeme ekle

Okuma listesi oluştur

Değerlendir

Şeva Dizen Solstise

Puanın
— / 5

Künye

Yayınevi
Pall Weşan Yayınları
Basım yılı
2024
ISBN
9786057221711
Sayfa sayısı
64
Baskı
1
Dil
Türkçe
Yazar
Bilal Nergizli

Değerlendirmeler

Görüntülenme
0
Beğeni
0
Puanlama
0
Yorum
0
Ortalama puan
—
Katalog hatası bildir