Kitaplar

Kurd ü Ereb

Îbrahîm Ehmed, kesayetîyeke navdar û girîng e di dîroka Kurd û Kurdistanê a sedsala 20'an de. Ligel kesayetîya sîyasetmedarbûna wî, ew wekî rewşenbîr û wêjekar jî tê nasîn. Her Kurdekî xwenas ji heyîn û girîngîya Îbrahîm Ehmed hayedar e.Kurteberhema, Kurd û Ereb di sala 1937'an de bi navê El-Ekrad we'l-Ereb, bi Erebî, li Bexdayê hatîye belavkirin. Di vê berhemê de mirov dibine kû Îbrahîm Ehmed xwedî pêşbînîyên berfireh, şîroveyên balkêş e, di heman katê de sosyolojîya civakên Rojhilata Navîn baş dizane. Îbrahîm Ehmed di berhema Kurd û Ereb de bi mînakên dîrokî her du neteweyan dinirxîne û balê dikşîne cîrantî, xêrxwazî û hevalbendîya Ereban û Kurdan. Di berhemê de serhildanên Kurdan ên li Tirkîyeyê jî tên nirxandin. Kurd û Ereb, ji pênûsa rewşenbîrekî wekî belgenameyeke di derbarê demên dawîn ên dewleta Osmanî, kiryarên Îtîhad û Terakîyê û dîroka serxwebûnxwazîya serhildanên Kurdan jî dikare were xwendin. Îbrahîm Ehmed, di vê berhemê de, berevajîyê nêrîn, pêşdaraz û qebûlên heyî ên li ser têkilîyên Kurd û Ereb, ku li ser heman parzemînê dijîn berê me dide pencereyeke dîtir. (Tanıtım Bülteninden)

Değerlendir

Kurd ü Ereb

Puanın
— / 5

Değerlendirmeler

Görüntülenme
0
Beğeni
0
Puanlama
0
Yorum
0
Ortalama puan
—

Künye

Tür
Antropoloji · İnceleme ve Araştırma
Yayınevi
Lis
Basım yılı
2025
ISBN
9786256626065
Sayfa sayısı
72
Baskı
1
Dil
Türkçe