
Dengbej Huseyno - Antolojiya Dengbejan 3
Di derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman de bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me re nehiştine. Ji nû ve xwendin û dahûrandina kilaman, dikeve ser piyê me kesên xwedî qelem. Dibe ku ji bona girseyeke mezin kilamên dengbêjiyê tenê kilam/muzîk bin, lê em kesên xwedî qelem nikarin bi çavê kilamê li kilam/kelamê mêze bikin. Êdî hukmê aşê pişaftina xwebixwe li dar e! Çêyiya ku îro em dikarin li xwe û paşîvanên Kurd bikin, berhevkirin û jihevveçirandina hikayet, metafor, peyv û deqên di edebiyata devkî de ne. Dengbêj Huseyno dibêje:"Terz û meqama Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min!" Wek ku gorbihuşt jî gotiye, bawer im taybetmendiya Huseyno ya herî berbiçav dengê wî yê bişewat û bilind e. Qey tu dibê di qirika Huseyno de ne têlên deng, lê tendûrek dişixule û peyv bi nalenal û zarezarê xwe jê diavêjin der! Huseyno kirasê dengbêjiya xwe ji lorînên jinan biriye. Bi awaza xwe ya bilind û bi form û qalibê vegotina jinan re, terzekî nû yê ku texlîdkirina wî zehmet e afirandiye. (Tanıtım Bülteninden)
Künye
- Yayınevi
- Nubihar Yayınları
- Basım yılı
- 2025
- ISBN
- 9786257383004
- Sayfa sayısı
- 392
- Baskı
- 1
- Dil
- Türkçe
- Yazar
- Zülfü Livaneli
Değerlendirmeler
- Görüntülenme
- 0
- Beğeni
- 0
- Puanlama
- 0
- Yorum
- 0
- Ortalama puan
- —
