- Yayınevi
- Pall Weşan Yayınları
- Basım yılı
- 2024
- ISBN
- 9786057221711
- Sayfa sayısı
- 64
- Baskı
- 1

Şeva Dizen Solstise
Gundekî ku qet lê nabe şeveq û gava dibe şeveq qet lê nabe êvar; galgalên li ser çîroka çîrokeke ku qet neqewimiye; Benjamin Franklin, Thomas Edison, Don Quijote û Sancho Panzayê ku rêya wan bi gundekî Kurdistanê dikeve û aqûbeta wan li ber gopalê deradetî yê Pîra Fatim ji nû ve saz dibe; flanorekî ku her di takecîhana xwe de çerx dibe û bi semt û hemd tim dikeve seyra nîşaneyên derdora xwe; bîrhatinên “zarokekî”…
hezar û bîst û yek salî yê li ber çoka Pîra xwe derheqê miriyan û binaxkirinê de; nivîskarekî li pey lehengê xwe yê ku bi salan ji bankamatîkekê dide dû yeke din û tim li pereyên hûr digere; nehwirandinên ji ber saw û sawêrekê mayî; mêşên ku dawî li desthilata famîlyaya xwe tînin û ew jî bi wan re dicehimin?...Desteyek çîrokên ku zorê didin aşop û vegêranê ji dengekî nû yê edebiyata me, Bilal Nergizli. Şeva Dizên Solstîsê, bi rengîniya xwe şahiyeke edebî li dar dixe û bi silavên navmetnî mazûvaniyê li mêvanên xwe yên curbicur dike.(Tanıtım Bülteninden)
Değerlendirmeler
- Görüntülenme
- 0
- Beğeni
- 0
- Puanlama
- 0
- Yorum
- 0
- Ortalama puan
- —
Künye
- Tür
- Kürtçe
- Yayınevi
- Pall Weşan Yayınları
- Basım yılı
- 2024
- ISBN
- 9786057221711
- Sayfa sayısı
- 64
- Baskı
- 1
- Dil
- Türkçe

