
Bare Şeve
Romana nû ya Fawaz Husên "Barê Şevê" di nav weşanên Avesta de derket...Fawaz Husênê ku bi "Amîdabad" (2001) û "Parîsabad"ê (2010) cihekî bingehîn di kitêbxaneya kurdî de vê carê bi "Barê Şevê" derdikeve pêşberî xwendevanên kurdî."Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û bedbextiya wan ew yekser şandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên…
mezin û talanên mezintir bû. Wek herdem, kurdan pişta xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leşkerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê. Ew ji berê bêhtir li ser motorên dunig an di otomobîlan de digeriyan û wan tezbîhên xewnan li ber dilê belengazan dikişandin. Wan bajarên Ewropayê li ber çavbirçiyan dikirin bihuşt û qesra Elî çardeh derî û xêra Xwedê. Li gora gotinên wan, li Rojavayê, xewnên herî dûrî aqilan bi hêsanî dibûn rastiyên ber çavan. Pir kesan ji wan bawer dikir û weha jî ew wek cîqên salên berfa pir bi hezaran diketin daf û xefikan. Wan teşiya çîrokên koçberî û dûrîtiyê hema badidan û dastanên êş û xewnan hema dubare dikirin."Di romana xwe ya nû Barê Şevê de Fawaz Husên dide dû çar kurdên ku welatê xwe bi paş xwe ve dihêlin û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin. Di spêda rojeke payîzî de, her çar leheng bi hev re digihîjin Parîsê lê wek ku peyveke rîhspiyan dibêje, hesabê bazarê û yê malê tucarî wek hev dernakevin.Fawaz husên bı mınasebeta xebatên xwe yên nû lı kurdıstanê bı xwendevanên kurdî re tê ba hev. Program dı demek kurt de!...Barê ŞevêFawaz HusênSayfa Sayısı:136Baskı Yılı:2016Dili:TürkçeYayınevi:Avesta Yayınları
Değerlendirmeler
- Görüntülenme
- 0
- Beğeni
- 0
- Puanlama
- 0
- Yorum
- 0
- Ortalama puan
- —
Künye
- Yayınevi
- Avesta Yayınları - Roman Dizisi
- Basım yılı
- 2012
- ISBN
- 9786055279035
- Dil
- Türkçe
