- Yayınevi
- Sel Yayıncılık
- Basım yılı
- 2021
- ISBN
- 9786257370080
- Sayfa sayısı
- 119

Mirina Kalekî Rind
Du meriv. Du ronakbîrên kurd; ronakbîrê destpêka 1900'î Kalo û ronakbîrê nûjen Serdar Azad. Jiyanên wan, hîs û serpêhatiyên wan, xewn û xeyalên wan, danûstandinên wan yên bi hev re û bi doralî re, dijwarî berberiyên wan... Romana Mehmed Uzun ya duwemîn, Mirina Kalekî Rind, li dor van kes, tişt û pirsiyaran tê pê. Ronakbîrê nûjen Serdar Azad pênûs di destan de, li ber masê rûdine û ronakbîrê kevnare Kalo bi bîr tîne;…
gundekî biçûk û kalemêrekî ecêb. Kalo kî ye? Ew ji kû ye? Ew çi vedişêre? Serdar Azad, li milekî, ji xwendevanên xwe re behsa kalê ecêb û sirtijî dike û li milekî din jî, ew bi kalo re dipeyive û jê re behsa xwe, hîsên xwe, bîranên xwe û zarokatiya xwe dike. Yanê, roman ne bi tenê li ser du kesan tê pê, herweha ew bi du şêwan jî tê hûnandin û vegotin. Mirov dikare Kalo wekî rûpelekî jibîrbûyî ji dîroka Kurdistanê bibîne, Serdar Azad û jiyan, hîs, daxwaz û bîranînên wî jî, wekî mirovekî kurd yê nûjen û jiyana wî... ji ber ku kes, bûyer û peywendiyên romanê herçend şexsî û taybetî bin, hewçend jî gelemper in.
Değerlendirmeler
- Görüntülenme
- 0
- Beğeni
- 0
- Puanlama
- 0
- Yorum
- 0
- Ortalama puan
- —
Künye
- Tür
- Kürtçe
- Yayınevi
- Sel Yayıncılık
- Basım yılı
- 2021
- ISBN
- 9786257370080
- Sayfa sayısı
- 119
- Dil
- Türkçe
Baskılar
- Yayınevi
- İthaki Yayınları
- Basım yılı
- 2007
- ISBN
- 9789752733701
