
Ne Şîn E Belkî Hinek Gewr
li asoya gemarî baskên çûka şeqî li ser dilê min hêlîneke telandî ji agirên bêrijik digerim li peraveke xêt û xeydok a ji dilopên deryaya tenahiyekê dirijim wekî awêneyeke şikestî bi ser baweriya xwe de her parçeyek dibe şewqa rûyê sûnawêrkekî di nêv lêgerîneke bêhûde de qesta şikandina zincîran dikim -zanim, ev mizgîniya tariyeke reşbelek e- kulîlkek vedibe û beriya bûtika xwe diçilmise soresêvek dikeve ser devê…
rêya min vê spêdeyê arezû xewn in, xapînok in, tên û diçin û ez li pey awêneyên şikestî bi her parçeyekî re hinekî din jî wenda dibim...
Değerlendirmeler
- Görüntülenme
- 0
- Beğeni
- 0
- Puanlama
- 0
- Yorum
- 0
- Ortalama puan
- —
