Books

Xwina Mıriyan Doşav e

Xwîna Mirîyan Doşav e Ji Weşanên Lîsê Derket! Xwendevan ew ê di Xwîna Mirîyan Doşav e de, bikevin nava labîrenteke ku her dîwarekî wê bi pirsên giran hatiye nijandin: Sînorê di navbera başî û nebaşîyê de li ku ye? Mirovek ji bo sax bimîne heta çi radeyê dikare xwe kêm bike? Lehengên Xwîna Mirîyan Doşav e, ne mirovên sanahî ne; ew gîyanên westîyayî ne ku tûşî taqîkirinên herî dijwar bûne. Hûn dê ligel wan di kuçeyên teng yên gumanê re, bi rê ve biçin, hest bi tama xîyanetê bikin û bibin dîdevanê wan kêlîyan, ewên ku bi biryarên herî rijd encam didin. Pirtûka Omer Dewran ya bi navê Xwîna Mirîyan Doşav e ne ji bo handanê ye, lê ji bo hejandinê ye. Ew dê bêhna we teng bike, we bike nava hizir û nîgeranan û we neçar bike da hûn li neynikê binêrin û ji xwe bipirsin: "Heke ez di şûna wan de bûma, min dê çi kiriba?"Erê hûn amade ne da bên nav vê rastîya ne dîyar? Kerem bikin, helgirin vê şûjina tûj û yek bi yek rûpelan wergerînin. Omer Dewran • Di sala 1968'an de li Bazîdê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadeyî li Bazîdê biriye serî. Lîs / Omer DewranÛ Çîya Jî Dinalin, kurteçîrok, 2010Sîtava Tarîyê, roman, 2016Xema Qulingî, kurteçîrok, 2023Xwîna Mirîyan Doşav e, roman, 2025Xwîna Mirîyan Doşav eOmer DewranÖykü, 144 rûpelCotmeh 2025(Tanıtım Bülteninden)

Review

Xwina Mıriyan Doşav e

Your rating
— / 5

Reviews

Views
0
Likes
0
Ratings
0
Reviews
0
Average rating
—

Book details

Publisher
Lis
Publication year
2025
ISBN
9786256626218
Page count
144
Edition
1
Language
Turkish