Books

Tazi

Ez erdkolok im. Şikestiyên hestiyan baş dizanim. Kûrahiya çalan baş dizanim. Giraniya miriyan baş dizanim. Sariya axan baş dizanim. Ji xeynî min kes nikare bi pûte nêzîkî wî bibe. Ji xeynî min kes nikare xweliyê bi dilziravî ji ser wî bavêje. Ji xeynî min kes nikare laşê wî yê wendayî bibîne. Ji bin lihêfê dertêm. Bi Îlyas re diaxivim. Şer dikim. Jê dixeyîdim. Hembêz dikim. Li wêneyên me yên daliqandî dinêrim. Di binê qolincên wî de wenda dibim. Dibim zarok. Dibim dergûş. Li min dibe sîber. Dibe dar. Dibe kok…

Review

Tazi

Your rating
— / 5

Reviews

Views
0
Likes
0
Ratings
0
Reviews
0
Average rating
—

Book details

Publisher
Aryen Yayınları
Publication year
2021
ISBN
9786057478276
Page count
148
Language
Turkish