
Kevneşopa Ezdiyatiye ya Tekstuel a Dini: Ji ya Devki bo ya Niviski
Ev kitêb xebateke berfireh e derbarê kevneşopa êzdiyan a dînî ya tekstuel de ku teswîrên gelek aliyên veguhaztina devkî ya zanîna êzdiyatiyê ya dînî ku heta niha nedihatin zanîn dihewîne. Îzaheteke bi hûrgilî ya 'mekanîzmayan' pêşkêş dike û gelek aliyên kevneşopê binxêz dike. Raber dike ka kevneşopa dînî ya tekstuel çawa kar kiriye -û heta radeyekê hê jî dike- bi awayê xwe yî pêş-modern, û veguherînên niha tê re derbas dibe jî teswîr dike ligel kêşe û pêvajoyên di warê meyla zêdebar de ku zanîna dînî derbasî nivîsê bibe û bi rastî jî kanoneke nivîskî bê afirandin. Kitêb çendîn deqên heta niha nehatine weşandin û berfirehtirîn lêkolîna daneyên deqên êzdiyatiyê yên pîroz ên mewcûd dihewîne. Tê de çar nexşe, ferhengçeyeke navlêkan û lîsteyeke ocaxên êzdiyan heye, û koleksiyoneke berfireh a tomarên deqan (208 deqe). (Tanıtım Bülteninden)
Book details
- Publisher
- Avesta Yayınları
- Publication year
- 2021
- ISBN
- 9786257253819
- Page count
- 600
- Edition
- 1
- Language
- Turkish
- Author
- Xanna Omerxali
Reviews
- Views
- 0
- Likes
- 0
- Ratings
- 0
- Reviews
- 0
- Average rating
- —
