
Hikümeta Kurdistane - Kanuna Paşin 1946 - Kanuna Peşin 1946 Kurd di nav Leyzen Sovyete de
Ji bo amadekirina vê behsê min hewla du tiştan daye: Yek jê ez gelek li wan babet û lêkolînên ku bi zimanên cihê û di demên cihê de li ser Hikûmeta Kurdistanê hatine nivîsandin geriyam. Ya duduyan jî, min di vê behsê de pişta xwe gelek bi belgeyên Hikûmeta Kurdistanê û di dereceya yekê de bi rojname û weşanên wî wextî girêdaye. Min hewil daye ez xwendevanan bibim nav bûyerên wî wextî ku bi xwe bijîn.Ji ber vê gelek car min hinek nutqên Pêşewa û berpirsên din ên Hikûmeta Kurdistanê, gotar û şiroveyên rojnameya Kurdistanê bê destlêdan wekî xwe neqil kirine. Yan jî bûyeran bi dirêjî, wekî qewimîne min neqil kirine. Mimkun e ev ji hinek kesan re zêde bê xuyakirin, ji bo min jî her çend zehmetiyeke gelek zêde bû, lê min bi vî awayî pêwist û baş dît. Ev tecrubeya hikûmraniya Kurdan, bêguman mirov dikin nav hûrgiliya behs, babet û bûyeran. Newşîrwan Mistefa Emîn(Tanıtım Bülteninden)
Book details
- Publisher
- Nubihar Yayınları
- Publication year
- 2024
- ISBN
- 9786257383011
- Page count
- 284
- Edition
- 1
- Language
- Turkish
- Author
- Newşirwan Mistefa Emin
Reviews
- Views
- 0
- Likes
- 0
- Ratings
- 0
- Reviews
- 0
- Average rating
- —
