
Gabor
Du heval-zarokên canecan, Kerîm û Evdilmitelib. Lîstina topanê, şerê taqiman, diziya têlên kevanan. Mamostayê ku bayê kurdîtiyê bi xwe re tîne û xwendina kovara Sirweyê. Pehlewan Fisfis û Celal Melekşa. Ken û ken û eşq û hewesa nivîsînê. Kek Silêmanê Pirtûkfiroş û kitêbên Hêmin û Hejar ên di bin çengan de. Nivîsîna sloganan li ser dîwarên tiwaletan û çûna bo nav pêşmergeyan. Ji dengekî cuda yê Rojhilata me, romaneke bihêz bo edebiyata kurdî. “ Gabor” a Seyid Qadir Hîdayetî bi şêwaz û vegotina xwe ya taybet a li ser “gotin”ê avabûyî û wergera Armîn Temerzade, êdî bi kurmancî dibêje. “ Xwînerên Gaborê nikarin bi hebûna qelemeke weha bihêz di edebiyata kurdî de neheyirin û spasiya nivîserê wê nekin ji bo dahênaneke weha bedew û weha pêwîst. ” ‒ Haşim Ahmedzade
Reviews
- Views
- 0
- Likes
- 0
- Ratings
- 0
- Reviews
- 0
- Average rating
- —
Book details
- Publisher
- Pall Weşan
- Publication year
- 2024
- ISBN
- 9786259831121
- Page count
- 184
- Language
- Turkish
- Translator
- Armin Temerzade
