
Ferhenga Hezar ü yek Peyven Derin Cilt 1 - 2 - 3 Kitap Takım
Ferhenga “Hezar û Yek Peyvên Dêrîn” ferhengeke Kurdî-Kurdî ya 3 cildî ye. Her cildek pêktê ji 1001 peyvên bingehîn ku her yek ji wan makder û jêdera sedan peyvên jêsaz e. Geryaneke li pey peyvên dêrîn û windabûyî her ji zimanê sumerî ta pehlewî, avesta û zarên din ên kurdî, her wiha standardkirin û analîzên peyvên di ferhengê de. Bi hezaran fîîl û peyvên windabûyî ku di zimanê nû yê Kurdî de nemane û mirî ne, carek dî hatine vejiyandin û tomarkirin ku her yek ji wan peyvan dikarin bibin esasek bo wate û mebestên di zimanê niha de. Bi vî awayî hem sedan û hezaran wate bi peyvên dêrîn tên tejîkirin, hem bi hezaran peyvên berê jînda dibin û hem jî zimanê nû zêdetir bi kûrahiya zimanên berê yên li Zagros, Toros û Mezopotamiyayê re tê girêdan. Her wiha li dawiya berga 3'yem de beşek ku cuda ji her sê cildên ferhengê tê de cî digire, pêktê ji komek peyvên nûsaz û pêşniyazkirî û her wiha navên hin beşên cuda cuda di warên cuda cuda de ku ew jî xermaneke kûr û hûr e di navbera peyvên berê û niha de. (Tanıtım Bülteninden)
Book details
- Publisher
- Sitav yayınevi
- Publication year
- 2025
- ISBN
- 9786258255799
- Page count
- 632
- Edition
- 1
- Language
- Turkish
- Author
- Qendil Şeybizini
Reviews
- Views
- 0
- Likes
- 0
- Ratings
- 0
- Reviews
- 0
- Average rating
- —
