
Evdo u Çend Behniken Şadiye
Romana nû ya Fawaz Husên, "Evdo û çend bêhnikên şadiyê" di nav weşanên Avesta de derket. Kurdekî helebçeyî li ÎthakayêEvdo kurd e, li Parîsê penaber e lê hema li welatên dûr û nêzîk digere. Gava li televizyona di asimanê meyxaneyê de behsa têkçûna aborî ya Yewnanistanê dibe, ew dest bi rêwîtiyek dirêj dike. Ew ji Atênayê diçe Sûnion, Salamînas, Mîkênê, Êpîdawros, Patra û dawiya dawîn, di Îthakayê, girava Odîsêos re derdikeve. Di vê rêwîtiyê de, erê pêrgî neh jinên yewnanî û dilrevîn dibe, ew Nazenîna kurd ji bîr nake û hema li serpêhatiya Helebçeyê û li dîroka Kurdistanê dilikume.Di vê romanê de, Fawaz Husên sirûd û fîxana derbideriyê dubare dike, lê ew vê carê lehengê xwe ji Parîs û ji Kurdistanê dibe Yewnanistana kevnare. Bi saya geşt û xeyala xwe ya mestane, Evdo xwe di nav bêhnikên şadiyê de ji bîr dike û dibe xwediyê efsaneyên rengareng û gernameyek seyr û balkêş.Sayfa Sayısı:128Baskı Yılı:128Dili:KürtçeYayınevi:Avesta Yayınları
Reviews
- Views
- 0
- Likes
- 0
- Ratings
- 0
- Reviews
- 0
- Average rating
- —
Book details
- Publisher
- Avesta Yayınları
- ISBN
- 9786055279349
- Language
- Turkish
