
Çiroka Rojnamevaneke Werek Tora Medyayi ya Rüdawe
Kitêba li ser xebat û jiyana rojnameger Şîfa Gerdî, bi navê “Şîfa GerdîÇîroka Rojnamevaneke Wêrek” derket. Berhem ji aliyê hevkarên Gerdî,Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin û Besam Mistefa jî jisoranî wergerandiye kurmancî. Şîfa Gerdî sala 1987an wek gelek zarokên welatê xwe li Kampa Zêwe,kampa penaberan, Rojhilatê Kurdistanê hate dinyayê. Piştî xwendinamedyayê li Rûdawê dest bi karê rojnamevanî kir. 2016an operasyonakontrolkirina Mûsilê dest pê kir. Ligel destpêkirina operasyonê, biprogrameke rojane bi navê “Focus Mûsil” derket ser ekrana Rûdawê. Liser daxwaza xwe diçû Mûsilê û bi şevan çîrok û hevpeyvîn û dîmenênbalkêş ên komkirî li Mûsilê nîşanî temaşevanan dida, wek pêşkêşkarekecîhanî derdiket. Ew li çîrokên mirovî digeriya. Rojekê behsaçarenivîsa keçên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin dikir. Rojeke dinçîroka kalemêr û pîrejin û zarokên wan ên reviyayî vedigot. Rojekêlihawarçûnên tendirustî û xorakî lêkolîn dikir. Rojekê jî temaşevantûşî sûprîzê dikirin û bi kîvroşkeke birîndar re derdiket ser ekranê.Roja 25.02.2017an Şîfa Gerdî careke din çûbû Mûsilê da çîrokeke din jiprograma xwe re bîne. Plana wê ew bû ku dotira rojê mêvanekî şarezabibe ser Çala Xesfeyê, ku Çala Mirinê bû û DAIŞê bi dehan însan tê dekuştibûn. Lê nikarîbû vê yekê bike, di dema kar de û di nava hizrînali ser anîna çîrokeke cengê de, bi bombeyekê jiyana xwe ji dest da.Di vê berhemê de ligel bîranîn û nivîsar, teksten edebî û peyamênsersaxiyê, lêkolîna akademîk a Şîfa Gerdî a bi navê “Rûdaw çawahilbijartinan rûmal dike?” dike ku mirov vê rojnamevana wêrek û şarezaji nêz ve binase.
Book details
- Publisher
- Avesta Yayınları
- Publication year
- 2018
- ISBN
- 9786052246030
- Edition
- 1
- Language
- Turkish
- Author
- Şifa Gerdi
Reviews
- Views
- 0
- Likes
- 0
- Ratings
- 0
- Reviews
- 0
- Average rating
- —
