Books

Bilurvane Gunde Bimişk

Bilûrvanê Gundê BimişkSerê xelkê gundê Hamelînê, ji ber îstilaya mişkan di belayê de ye. Li her derê mişk hene û hemû xwarinên gundiyan dixwin. Navê gund, bi awayê "Gundê Bimişk" derdikeve. Xelkê gund, diçin vê rewşê li ba mixtarê xwe gilî dikin. Mixtar û azayên xwe dikin-nakin nizanin dê çareyeke çawa bibînin. Tam di wê gavê de xortekî biyanî tê ba wan, dibêje: Eger hûn hezar zêrî bidin min, ez dikarim bi bilûra xwe gundê we ji mişkan rizgar bikim. Mixtar got; ku tu mişkan derxî, tu çi bixwazî em pê razî ne. Bilûrvan, bilûra xwe derdixe û meqamekî xweş lêdixe. Hemû mişk mîna serxweşan didin pey wî. Bilûrvan diçe xwe li çemê ber gund dixe û hemî mişkên li pey wî tê de dixeniqin. Bilûrvan vedigere gund, da ku zêrên xwe ji muxtar bigre. Lê Mixtar soza xwe dişkîne û zêrên wî nadê. Li ser vê yeke, Bilûrvan îja bi meqamekî din li bilûrê dixe... (Tanıtım Bülteninden)

Review

Bilurvane Gunde Bimişk

Your rating
— / 5

Reviews

Views
0
Likes
0
Ratings
0
Reviews
0
Average rating
—

Book details

Publisher
Nubihar Yayınları
Publication year
2026
ISBN
9786257383219
Page count
40
Edition
1
Language
Turkish