
Quling Ewr u Ba
Mem Ararat bi muzîka xwe rêya xwe bi şikeftên veşartî yên rihê me xistibû û bi dengê wî yê xembar em hinekî din jî li xwe mikur hatibûn.Ararat îjar bi ristên xwe, di nava du qadên hunerê de (ku hemû cureyên hunerê hinekî hevdu xwedî dikin û hinek jî ji hev dixun) pirek e resen dihone. Ji çemê rihê xwe yê dengzelal cihokên nû vedike. Bi ristên xwe yên mişt xem, mişt xewn, mişt kurmanc û mişt em, tenik tenik diherike…
nava behra edebiyatê û kulm bi kulm av dide.GulîzerDengê helbestên Mem Ararat dengekî hestiyar, xwezan, bîrmend û xwedî karekter e. Ev deng xwedî daxwaz, rexne, xeyal û muxalîf e. Temayên dosyayê ku ji evîn, nasname, azadî, welat, penaberî, xeyal, bêrîkirin, sînor ûhw pêk tên bi çavdêriyeke berfireh a vî karekterî, bi peyvên zelal, jidil û bi dilovanî hatine vegotin.Helbestvan bi motîvên di helbestê de neynikê dide ser birînên civakê. Şewqê dide ser çand û tore û jiyana xelkê ku kesek zû bi zû nabîne û bi wan nagihê bi metafor û hêmayên orîjînal yên erdnigariya me ya qedîm tîne ziman. Bê gazin, bê ku bike hawar û fîgan derdê dilê xwe bi aramî, bi têgihiştina rûspiyekî vedibêje.(Tanıtım Bülteninden)
Reviews
- Views
- 0
- Likes
- 0
- Ratings
- 0
- Reviews
- 0
- Average rating
- —
Book details
- Genre
- Other Languages
- Publisher
- Ziz Yayınları
- Publication year
- 2024
- ISBN
- 9786259416519
- Page count
- 72
- Edition
- 1
- Language
- Turkish
